Serok Recep Tayyîp Erdogan bi telefonê digel Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî axivî.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê, di peywendiyê de gavên ji bo geşepêdana hevkariya di navbera Tirkiye-Îranê de ya di warê aborî, veguhastin, ewlekariyê de, digel pêşhatên herêmî hatin gotûbêjkirin.
Serok Erdogan di peywendiyê de anî ziman ku îradeya ji bo hêzdarkirina têkiliyên Tirkiye-Îranê diparêzin.
Serok Erdogan di peywendiyê de herwiha anî ziman ku ew hêvîdarin rêveberiya nû ya DYAyê dev ji mueyyideyên yekalî ên li ser Îranê berdin û astengên neheq ên li pêşiya refaha gelê Îranê rakin.
AA