Serok Erdogan bi têlefonê bi Serokwezîrê Îtalyayê Draghi ra axivî

Serok Erdogan bi têlefonê bi Serokwezîrê Îtalyayê Draghi ra axivî

Serok Recep Tayyîp Erdogan bi têlefonê bi Serokwezîrê Îtalyayê Mario Draghi ra axivî.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê peywendî bi daxwaza Drahgi hat kirin û li ser têkîliyên Tirkiye-Îtalya û mijarên herêmî hat sekinîn.

Erdogan di peywendiyê da ragihand ku ew ji Îtalyaya hevkarê NATOyê ye hêvî dikin bila gavên li gor Tirkiye jî giringiyê didê, biavêjin.

Di hevdîtinê da Serok Erdogan bi bîr xist ku di 7 mehên ewil ên sala 2021î da qebareya bazirganiya di navbera herdu welatan da gihîşt 13 milyar dolarî û li ser mijarê bê sekinîn wê ew hedefa ku 30 milyar dolare bi hêsanî pêk bê.

Di berdewamiya axaftinê da Erdogan destnîşan kir ew wisa bawer dikin ku ji bo pêşvebirina têkîliyên bi Yekîtiya Ewropayê û pêvajoya endamtiya wê da Îtalya piştevaniya xwe wê bidomîne.

Di peywendiyê da Serok Erdogan bal kişand ser rewşa li Efxanistanê ya ket bin kontrola Talîbanê û destnîşan kir ku heke alîkariyên mirovahî negihîjin wê derê wê koçberiya niha heye wê zêdetir bibe.

Serok Erdogan di mijara Libyayê da jî got ku wek Tirkiye ew dixwazin bila li wê derê hilbijartin bên kirin û li ser daxwaza Libyayê û gorî rê û rêzikan perwerdehî û şêwirmendiya ku Tirkiye dide hêzên meşrû yên welêt jî didome. 

Serokwezîrê Îtalyayê Draghi jî Serok Erdogan vexwendî Lûtkeya Lîderan a G-20î kir. Civîn jî wê di meha cotmehê da bê kirin û serokatiya heyamê ya G-20î niha di destê Îtalyayê da ye.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE