Serokomarê Turkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji ser têlefonê bi Azize Çelîka ku di erdheja Elazığê da piştî 17 saetan birîndar ji bin enqazê hatibû derxistin ra axivî.
Serokê Ragihandinê Fahrettîn Altun jî vîdeoya Serokomar Erdogan a ku ji ser têlefonê bi Çelîka ji bin enqazê hatibû derxistin û di beşa nexweşiyên giran da tedawiyê wê temam bû ra diaxivî ji ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kir.
Altun parvekirina xwe bi sernava "Dilê neke kulpîn heye?" weşand û di hevoka xwe da got: "Daxwaz wek hev in. Xwedê yekîtî û bihevratiya me xera neke."
Di vîdeoyê da tê dîtin ku Serokomar Erdogan hal û wextê Çelîkê dipirse û dibêje: "Bi rastî jî Xwedê hûn xilas kirin û hûn ji miletê ra hiştin. Xwedê yar û alîkarê we be. Em ji îmtihaneke mezin derbas bûn."
“Çarpmayan kalp olur mu?”
— Fahrettin Altun (@fahrettinaltun) January 30, 2020
Cumhurbaşkanımız @RTErdogan, enkaz altından kurtarıldıktan sonra yoğun bakımdaki tedavisi tamamlanan Azize Çelik ile telefonda görüştü.
Temenniler ortak: "Allah birlik ve beraberliğimizi bozmasın." pic.twitter.com/lQEWwmoCcx
Mexdûra erdhejê Çelîkê ji Serokomar Erdogan ra got ku dema hatina wî ew li ser xwe nebû û ji ber ew nedît pir li ber xwe ketiye.
Serokomar Erdogan jî jê ra got: "Înşallah yan tu yê werî vê derê û yan jî dema em hatin wê derê em ê bên cem hev."AA