Serok Erdogan bi vîdeo konferansê bi Macron re axivî

Serok Erdogan: "Wekî du mutefîqên NATOyê ji Ewropayê heta Kafkasan, ji Rojhilata Navîn heta Afrîkayê em dikarin li erdnîgariyeke berfireh piştgiriyeke girîng bidin hewlên ewlekarî, îstiqrar û aştiyê"

Serok Erdogan bi vîdeo konferansê bi Macron re axivî

Serok Recep Tayyip Erdogan bi vîdeo konferansê bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re axivî.

Li gorî daxuniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê, di peywendiyê da têkiliyên Türkiye-Fransayê û mijarên herêmî hatin axaftin.

Serok Erdogan di peywendiyê da diyar kir ku piştî demeke dirêj wî bi Serokkomarê Fransayê Macron ra xeber da û di şexsê Macron da ew silavê dide gelê Fransî.

Erdogan diyar kir ku ew, têkoşîna Fransayê ya dijî Kovîd-19ê ji nêz va dişopînin û wiha got, "Li ser navê xwe û welatê xwe ez ji bo welatiyên Fransayê yên di şewbê da mirin, sersaxiyê didim."

Serok Erdogan bal kişand ku wekî Türkiye, xebatên wan ên aşîkirinê bênavber didomin, wan qonaxa asayîbûna bikontrol da destpêkirin û her wiha heta niha jî wan bi qasî 10 milyonî welatî aşî kirin.

Erdogan her wisa diyar kir ku îsal 100emîn salvegere Peymana Enqereyê ye û lewma jî diyaloga di peywendiyên Türkiye-Fransayê da timî xwedî roleke mezin e.

Erdogan her wiha got ku baweriya wî bi wê yekê heye ku potansiyeleke mezin a hevkariya Türkiye-Fransayê heye û wiha got:

"Wekî du mutefîqên NATOyê ji Ewropayê heta Kafkasan, ji Rojhilata Navîn heta Afrîkayê em dikarin li erdnîgariyeke berfireh piştgiriyeke girîng bidin hewlên ewlekarî, îstiqrar û aştiyê. Ji bo parastina welat û welatiyên xwe em dikarin li dijî rêxistinên terorê gavên hevpar biavêjin. Em dixwazin di van hemû xusûsan da Türkiye û Fransa bi awayekî hevkar tevbigerin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE