Erdogan li ser hesabê xwe yê Twitterê der barê axaftinê da peyam weşand û ji bo piştgiriya ku da jî ji Oksuzê ra sipas kir.
Erdogan di axaftina bi têlefonê da wiha got: "Ji Serokomar ra gustîlê dişînî, nameyê dişînî, ji bo vê ma bi têlefonê li te negerim? Qet negrî. Mimkûn nîne ku em vê qedirşînasiya we ji bîr bikin. Beriya her tiştî em Qehremanmaraşê dizanin, Edeyan dizanin."
Erdogan di axaftinê da agahiyên zarok û mêrê Oksuzê hilda û ji wan xwest ku bira ji bo wî dia bikin.
Oksuzê di nameya ji Serokomar Erdogan ra şand da wiha gotibû: "Me çawa ku di 15ê Tîrmehê da ji bo welatê xwe bi hev ra hereket kir îro jî ji bo xuşk û birayên me yên di nexweşiyê da mexdûr bûn bi hev ra tevbigerin. Bi tenê gustîleke min heye. Ez wî jî ji bo bibe tevkarî ji kampanyaya xêrê ra dişînim."
AA