Serok Erdogan bi weşana zindî beşdarî Lûtkeya G20ê bû

Serok Erdogan: Aşiyên tên pêşxistin şûna ku bêedaletiyên heyî bêtir kûr bikin divê bi awayekî ku bibin malê hevpar ên mirovahiyê bê bikaranîn.

Serok Erdogan bi weşana zindî beşdarî Lûtkeya G20ê bû

Serok Recep Tayyîp Erdogan got ku "Aşiyên tên pêşxistin şûna ku bêedaletiyên heyî bêtir kûr bikin divê bi awayekî ku bibin malê hevpar ên mirovahiyê bê bikaranîn. Di vê çarçoveyê da platforma G20ê divê mekanîzmayên dixe bin temînatê ku herkes bi maliyeta guncav û biheqaniyet bigihêjin aşiyê amade bike û bişixulîne."

Serok Erdogan bi weşana zindî ji Koşka Vahdettîn beşdarî Lûtkeya G20ê ya bin serokatiya heyamê ya Erebistana Siûdî da bû.

Erdogan bangî serokên ku beşdarî lûtkeya G20ê bûn kir û got ku şewba vîrusa koronayê hê jî hemû mirovahiyê tehdîd dike, wekî ku di lûtkeya derasayî ya di meha adarê da jî li serê sekinî qedera kesên di heman keştiyê da cî digirin jî heman e.

Erdogan destnîşan kir ku mimkûn nîne ku bêyî hevkarî û piştevaniyê têkoşîna dijî şewbê bi ser bixin û diyar kir ku di mijara alîkarî û piştevaniya di pêvejoya şewbê da di serî da welatên pêşketî mixabin ku dinyayê nekarî îmtihaneke baş bide.

Erdogan got ku di têkoşîna dijî şewbê da bi taybetî welatên ji hêla aborî va bêhêz hema bêje hiştin halên wan da û wiha axivî: "Me heta niha bêyî ku ferqa dîn, ziman, nijadê bikin piştgirî da 156 welat û 9 saziyên navneteweyî. Heta îro digel ku me ji bo 15 welatên endamên G20ê alîkariya hîbeyê kir me destûrên kirîn û îxracata ji welatê xwe jî da."

Serok Erdogan ragihand ku xeberên kêfxweşî didin ya ku hêviyê didin û li Almanyayê du zanyarên Tirk çêkirine teqîb dikin û wiha axivî: "Lêbelê vir da divê bala xwe bidin mijarekê. Aşiyên tên pêşxistin şûna ku bêedaletiyên heyî bêtir kûr bikin divê bi awayekî ku bibin malê hevpar ên mirovahiyê bê bikaranîn. Di vê çarçoveyê da platforma G20ê divê mekanîzmayên dixe bin temînatê ku herkes bi maliyeta guncav û biheqaniyet bigihêjin aşiyê amade bike û bişixulîne. Wek Tirkiye em jî di 16 xebatên xwe yên aşiyê da ku me yek ji wan da dest bi ceribandinên mirovan kiriye da bi vê nêrînê tevdigerin. Em ê înşeallah aşiya ku dê Tirkiye çêke pêşkêşî xizmeta hemû mirovahiyê bikin."

- "Em dibînin ku meyla di nav xwe da mayînê xurt bûye"

Erdogan diyar kir ku şewbê digel warê tenduristiyê di mîmariya aborî da jî tesîra xwe dide hîskirin û axaftina xwe wiha domand:

"Em dibînin ku parastinî zêdetir bûye, dîwarên gumrikê ji nû va bilind dibin û meyla di nav xwe da mayînê xurt bûye. Em hemû gelekî baş dizanin ku du şaşî nakin rastiyekî. Tirkiye di çarçoveya prensîbên bingehîn ên Rêxistina Bazirganiyê ya Dinyayê da li gel parvekirina gumrah û pêşketina aborî ya gerdûnî ya adil e. Ji bo vê Rêxistina Bazirganiyê ya Dinyayê divê pêvajoya reformê pêş bixe. Şert e ku erkên çareserkirina şopandin, mizakere û nelihevkirinan ên rêxistinê yên ku gelekî girîng e baş bike. Şewb tesîreke neyinî li ser piyaseya hêz kar dike. Bi taybetî kesên di aboriya neqeydkirî da dixebitin, jin, ciwan û astengdar di serî da aliyên hesas ên civakê bêtir barê şewbê dikşînin."

Erdogan ragihand ku pirsgirêkên qewimîn car din nîşandan ku pergalên ewlehiya civakî yên berfireh û qewîm çiqas girîng in û got ku Tirkiye yek ji wan welatan e ku xweî pergaleke ewlehiya civakî ya berfireh e.

Erdogan behs kir ku bi saya mertala parastina civakî ya aboriyê ya ku bi lez pêş xistin û tetbîq kirin tevdîrên ku dê îstixdamê di dengeyê da bigire xistin dewrê. Rm ji ber pêşketina biqedeme ya ku di teşebûsa paşxistina deynan a ku em wekî pêngava herî berbiçav a plana çalakiyê dibînin teqdîr dikin."

Erdogan behs kir kêfxweş e radigihîne ku wek Tirkiye dê piştgiriya xwe ya ji bo vê teşebûsa ku heta tîrmeha sala 2021î hat dirêjkirin bidomînin û ji ber mazûvantiya wna spasiya Erebistana Siûdî û Xadim-ul Haremeynê kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE