Serok Erdogan bihayê kirîna ceh û genim eşkere kir

Der barê endamtiya NATOyê ya Swêd û Finlandiyayê ya di rojevê da ye Erdogan wiha got: "Heta tiştên ku me ji mixatabên xwe ra gotin neyên bi cih, em ê tevgera xwe neguherînin."

Serok Erdogan bihayê kirîna ceh û genim eşkere kir

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan li Civîna Îstişare û Nirxandinê ya 30yemîn a partiya xwe axivî.

Der barê enndamtiya NATOyê ya Swêd û Finlandiyayê ya di rojevê da ye Erdogan wiha got: "Heta tiştên ku me ji mixatabên xwe ra gotin neyên bi cih, em ê tevgera xwe neguherînin."

"Em bernameyan amade dikin"

Erdogan behsa bihayan, enflasyon û guherîna kurê kir û wiha axivî: "Em li ser hemû bihayên ku ne li gor enflasyon û kurê, li gor tiştek din zêde dibin dixebitin. Em hewl didin tevgerên piyasayê yên bihayan diyar dikin biguherînin ku li hemberî bihabûna jiyanê sînorekê xêz bikin. Hilberîner di serî da ji bo ku em dahata welatiyên me yên ji her girseyê zêde bikin û ferqa navberê ji holê rakin, em bernameyan amade dikin."

Ji bo guherîna bihayê sebze, fêkî, den û dexl jî Erdogan wiha got: "Di vê mijarê da verastkirinên nû yên ku hindik maye em amadehiyên xwe temam bikin, em ê bikin rewacê."

Bihayê kirîna ceh û genim

Serokomar Erdogan der barê bihayê kirîna ceh û genim da jî wiha agahî da: "Bihayê kirîna ceh a TMOyê serê tonê 5 hezar û 500 lîre û 500 lîre jî berdêla prîmê bi tevahî wekî 6000 lîreyî hat kifşkirin. TMO wê îsal serê tonê seba genimê nan 6 hezar û 50 lire û 1000 lire prîm, bi tevahî 7 hezar û 50 lire pere bide."

Cotkar wê bikaribin ji pereyên prîmê feydeyê bibînin

Erdogan got hilberînerên ber û berhemên xwe firotine Ofîsa Mehsulên Axê wê bikaribin ji pereyên prîmê feydeyê bibînin û wiha dewam kir: "Hîlberînerên ku qeyda xwe li ser Pergala Qeydê ya Cotkaran kirine û berên xwe dane Ofîsa Mehsulên Axê wê bikaribin ji pereyên prîmê feydeyê bibînin."

Serokomar Erdogan ragihand wan bernîşaneya pêvek bi formuleke ku ji 5 milyonî zêdetir karmend û teqawidan eleqdar dike va amade kir ku ewê piştî Civîna Kabîneyê ya ku wê sibê çêbibe amadehiya ku der barê bernîşaneya pêvek ya 3600î da kiriye wê bi hurgilî eşkere bike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE