Serok Erdogan çû Komara Demokratîk a Kongoyê

Serok Erdogan çû Komara Demokratîk a Kongoyê

Serok Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku di 20-23yê sibatê da li Afrîkayê sê welatan ziyaret bike, çû Komara Demokratîk a Kongoyê.

Serok Erdogan bi balafira "TUR"ê di saet 11.20î da ji Balafirgeha Ataturkê bi rê ket û çû paytext Kînşasayê.

Erdogan li apronê silav da qiteya merasimê ya eskerî. Alîkarê Serokkomar Fuat Oktay, Waliyê Stenbolê Alî Yerlîkaya û Cîgirserokê Yekem ê Meclisa ÎBByê Zeynel Abîdîn Okul Erdogan bi rê kir.

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, Wezîrê Bazirganiyê Mehmet Muş, Wezîrê Gîhandin û Binesaziyê Adîl Karaîsmaîloglu, Wezîrê Ciwanî û Sporê Mehmet Muharrem Kasapoglu, Serokê Ragihandina Serokkomariyê Fahrettîn Altun, Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin û Serokê Sanayiya Parastinê Îsmaîl Demir jî bi Erdogan ra çûn.

- Serok Erdogan wê Senegal û Gîne Bissauyê jî ziyaret bike

Serok Erdogan wê piştî Komara Demokratîk a Kongoyê Senegal û Gîne Bissauyê ziyaret bike.

Di çarçoveya ziyaretan da hevdîtinên fermî wê werin kirin û di hevdîtinan da ji her alî va têkiliyên du alî wê werin nirxandin, di her qadê da ji bo xurtkirina tevkariya navbera Tirkiye û van welatan wê li ser derfetan were sekinandin.

Serok Erdogan wê bi Serokkomarê Senegalê Macky Sall û bi serokên dewletê ya welatên din ên vexwendî ra beşdarî vekirina Stadyuma Olîmpîk a Dakarê bibe. Fîrmayeke Tirk ev stadyum çêkir û 50 hezar kesî hildide.

Tê plankirin ku Erdogan di vê çarçoveyê da bi pêşengên welatên beşdarvan ra hevdîtinên dualî bike. Bi wesîleya ziyaretê Serok Erdogan wê avahiya nû ya Balyozxaneya Dakarê jî veke.

Bi ziyareta Gîne Bissauyê ya Erdogan ji Tirkiyeyê cara ewil Serokkomarek wê vî welatî ziyaret bike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE