Serok Erdogan çû Qeterê

Serok Erdogan ji bo ku beşdarî Civîna Pêncemîn a Komîteya Stratejîk a Bilind a navbera Tirkiye û Qeterê bibe, çû Qeterê.

Serok Erdogan çû Qeterê

Serok Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku beşdarî Civîna Pêncemîn a Komîteya Stratejîk a Bilind a navbera Tirkiye û Qeterê bibe, çû Qeterê.

Erdogan û kesên pê ra bi "TUR"a balafira taybet va di saet 09.25an da ji Balafirgeha Esenbogayê bi rê ket.

Alîkarê Serokkomar Fuat Oktay, Walî Vasîp Şahîn, Şaredarê Bajarê Mezin Mansur Yavaş û kesên din Serokomar Erdogan li balafirgehê bi rê kir.

Bi Erdogan ra Wezîrê Ciwanî û Sporê Mehmet Muharrem Kasapoglu, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, Wezîrê Sanayî û Teknolojiyê Mustafa Varank, Wezîra Bazirganiyê Ruhsar Pekcan, Serokê Ragihandinê Fahrettîn Altun û Serokê MÎTê Hakan Fîdan jî çûn Qeterê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE