Serok Erdogan çû Rûsyayê

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo ziyareta rojane bi balafirgeha "ANK"yê çû Rûsyayê

Serok Erdogan çû Rûsyayê

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo ziyareta rojane bi balafirgeha "ANK"yê çû Rûsyayê.

Waliyê Stenbolê Alî Yerlîkaya, Midûrê Emniyeta Stenbolê Mustafa Çalişkan, Serokê Bajarê Stenbolê yê AK Partiyê Bayram Şenocak Serok Erdogan li Mala Mêvanan a Dewletê ya Balafirgeha Ataturkê bi rê kirin.

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, Wezîrê Sanayî û Teknolojiyê Mustafa Varank, Wezîrê Xezîne û Maliyeyê Berat Albayrak jî bi Erdogan ra çûn Rûsyayê.

Li ser hesabê Twitterê yê Serokomariyê der barê ziyaretê da daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn û li gor daxuyaniyê Serk Erdogan di çarçoveya ziyaretê da wê bi Serokê Dewleta Federasyona Rûsyayê Vladimir Putîn ra rûnê û herdu serok wê serokatiya hevdîtina heyetan bikin.

Di hevdîtinan da tê plankirin ku li ser têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê bisekinin, Sûriye di serî da der heqê hin mijarên herêmî û navneteweyî da wê fikrên xwe ji hev ra bêjin.

Serok Erdogan wê bi wesîleya ziyaretê beşdarî vekirina Fuara Hewagerî û Fezayê ya Navneteweyî ya MAKS-2019an bibe.

Dîroka nûkirinê: 27 Tebax 2019, 17:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE