Serok Erdogan careke din doza Filistînê anî rojeva dinyayê

Serok Erdogan di xeberdana xwe ya li Lijneya Giştî ya 74emîn ya Neteweyên Yekbûyî (NY) da dîsa bi wêrekî doza Filistînê anî rojeva dinyayê û ev jî li Filistînê bû sedema kêfxweşiyê.

Serok Erdogan careke din doza Filistînê anî rojeva dinyayê

 Serok Recep Tayyîp Erdogan di xeberdana xwe ya li Lijneya Giştî ya 74emîn ya Neteweyên Yekbûyî (NY) da dîsa bi wêrekî doza Filistînê anî rojeva dinyayê û ev jî li Filistînê bû sedema kêfxweşiyê.

Îsmaîl Heniyyeyê Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê ji ber xeberdana Serok Erdogan ya wêrek û dîrokî ku di Lijneya Giştî ya NYê da balê kişand ser Filistînê sipasiya wî kir.

Heniyye di nameya xwe ya ku tê da xitabî Serok Erdogan dike da diyar kir Erdogan li NYê nexşeya ku ji 1947an heta niha axa Filistînê nîşan dide rayê serokên dinyayê kir û got ku em ji ber xeberdana wî ya dîrokî kêfxweş in.

- "Erdogan îspat kir ku umetê temsîl dike"

Şêx Kemal el-Xatibê alîkarê serokê şaxa bakur ya Hereketa Îslamî ya Filistînê ya 1948an daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir Serok Erdogan bi xeberdana xwe ya li NYê îspat kir ku ne bi tenê Tirkiyeyê hemû umeta Îslamê jî temsîl dike.

Xatib destnîşan kir Serok Erdogan di serî da doza Quds û Filistînê doza hemû umetê diparêze û wiha got: "Erdogan bi parastina doza pîroz ya umetê xîret û şerefeke mezin nîşan da. Ev xîret û şerefeke wisa ye ku serokê Ereb nikarin nîşan bidin û heq nakin."

AA

Dîroka nûkirinê: 26 îlon 2019, 16:39
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE