Serok Erdogan dê biçe Belçîkayê

Erdogan li Brukselê dê ligel Serokê Konseya YEyê Charles Michel hevdîtinê bike û herwiha dê Sekreterê Giştî yê NATOyê Stoltenberg qebûl bike

Serok Erdogan dê biçe Belçîkayê

Serokkomarê Türkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dê ji bo rojekê Belçîkayê ziyaret bike.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê, Serokomar Recep Tayyip Erdogan li ser vexwendina Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Charles Michel îro ji bo rojekê dê Brukselê ziyaret bike.

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula Von Der Leyen jî dê beşdarî hevdîtina SerokErdogan ya ligel Michel bibe. Di hevdîtinê da peywendiyên dualî yên Tirkiye-YEyê dê bên gotûbêjkirin û herwiha gavên pêşxistina hevkariyê dê bên axaftin.

Di hevdîtinan da Îdlib bi taybetî, geşedanên nû yên li Sûriyeyê bi giştî dê bên rojevê û herwiha ligel mijara koçê, mijarên herêmî û navneteweyî jî dê bên axaftin.

Herwiha bi minasebeta ziyaretê tê plankirin ku Serok Erdogan, Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg qebûl bike.

AA

Dîroka nûkirinê: 12 Adar 2020, 17:46
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE