Serok Erdogan dê Bosna Hersekê ziyaret bike

Serok Erdogan ji bo beşdariya Civîna Zîrveyê ya Pêvajoya Hevkariyê ya Ewropaya Rojhilatê Başûr dê 8ê tîrmehê biçe paytextê Bosna Hersekê Saraybosnayê

Serok Erdogan dê Bosna Hersekê ziyaret bike

Serok Recep Tayyîp Erdogan ji bo beşdariya Civîna Zîrveyê ya Pêvajoya Hevkariyê ya Ewropaya Rojhilatê Başûr dê 8ê tîrmehê da biçe paytextê Bosna Hersekê Saraybosnayê.

Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Prof. Dr. Fahrettin Altun ji ser hesabê xwe yê Twitterê der heqê ziyareta Serokomar Erdogan da peyamek parve kir.

Fahrettin Altun diyar kir ku Tirkiye di çarçoveya girîngiya ku dide aştî, îstiqrar û refaha Balkanan da ji destpêka avakirina wê vir va bi awayekî çalak piştgiriyê dide Pêvajoya Hevkariyê ya Ewropaya Rojhilatê Başûr û wiha got:

"Bi wesîleya civînê, tê pêşbînîkirin ku Brêz Serokomarê me dê ligel endamên Konseya Serokatiya Dewleta Bosna Hersekê û serokên hin welatên beşdarên zîrveyê were cem hev. Herwiha tê pêşbînîkirin ku Serokomarê me dê ligel eskerên me yên li Butmirê ku di bin emrê Serokatiya Heyeta Tirkî ya Hereketa Altheayê ya Yekîtiya Ewropayê da peywira wan, parastina aştiyê ye, were cem hev."

AA

Dîroka nûkirinê: 09 Tîrmeh 2019, 12:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE