Serok Erdoğan dê here Fransayê

Serok Erdoğan dê beşdarî Foruma Aştiyê ya Parîsê bibe...

Serok Erdoğan dê here Fransayê

Serok Recep Tayyip Erdoğan wê dı 10 û 11ê mıjdarê de lı Fransayê be. Serok dê lı wê derê beşdarî cıvîn û bernameyên gırîng bıbe.

Roja ku Şere 1emîn ê Cîhanê bi fermî qediya, wek “Roja Agirbestê” tê bibîranîn.

Di salvegera wê ya 100emîn de bi pêşengiya Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li Parîsê merasîmek were lidarxistin.

Li ser navê Tirkiyê jî Serok Recep Tayyip Erdoğan dê beşdarî merasîmê bibe.

Serokê Emerîkayê Donald Trump û Serokdewletê RûsyaVladimir Vladimiroviç Putin jî di nav de serkirdeyên 80 dewletan wê beşdarî bernameyê bibin.

Erdoğan ji xeynî vê bernameyê dê li Fransayê beşdarî Foruma Aştiyê ya Parîsê jî bibe ku civîn ev cara ewil e tê lidarxistin.

Dîroka nûkirinê: 02 Mijdar 2018, 17:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE