Serok Erdogan daxuyand, di pansiyonên Wezareta Perwerdeya Neteweyî da ji bo zêdekirina qelîteya xizmetê 5 hezar û 872 aşpêj û personelên alîkariyê wê werin hildan.
Erdogan li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê hildana personelan da daxuyanî da.
Serok Erdogn wiha got, "Ji bo ku ji xwendekarên me yên di pansiyonên Wezareta me ya Perwerdeya Neteweyî dimînin da xizmeteke baştir were kirin, me biryara zêdekirina jimara personelan da. Seba pansiyonên me 5 hezar û 872 aşpêjên nû û personelên alîkariyê wê werin hildan. Ser xêrê be."
AA