Serok Recep Tayyîp Erdogan daxwaza Bulent Arinçê Serokê Meclisê yê Berê ya devjêberdana wezîfeya Endamtiya Lijneya Îstişareyê ya Bilind a Seromomariyê (LÎB) qebûl kir.
Di daxuyaniya Serokatiya Ragiihandinê ya Serokkomariyê li ser Twitterê weşan da wiha hat gotin: "Birêz Bulent Arinç xwest ku dev ji wezîfeya Endamtiya Lijneya Îstişareyê ya Bilind a Seromomariyê berde, daxwaza Birêz Arinç bi destê Birêz Serokkomarê me hat qebûlkirin. Bi rêzdarî îlanî raya giştî dikin."
AA