Serok Erdogan der barê Wîldersê Serokê Partiya Azadiyê da gilîdar bû

Serok Erdogan ji ber parvekirinên wî yên tê da heqaret heye der barê Wîldersê pêşengê Partiya Azadiyê da ku li Hollandayê partiyeke rastgira radîkal e, gilîdar bû.

Serok Erdogan der barê Wîldersê Serokê Partiya Azadiyê da gilîdar bû

Serokkomarê Türkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji ber sûcê "heqaretkirina li serokkomar" der barê Geert Wîldersê Serokê Partiya Azadiyê da ku li Hollandayê partiyeke rastgira radîkal e, gilîdar bû.

Huseyîn Aydinê parêzerê Erdogan di gilîdarbûna li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê da destnîşan kir Wîldersê bi gotinên xwe Erdogan dike hedef sûcê heqaretê kiriye.

Di daxwaznameyê da hat destnîşankirin ji ber ku sûcê navborî dijî serokkomar e ji ber qanûna eleqedar qanûnên Türkiyeyê derbas dibin.

Di daxwaznameyê da hat diyarkirin li gor benda 104emîn ya Destûra Bingehîn serokkomar bi sifeta serokê dewletê Komara Türkiyeyê û yekîtiya gelê Tirk temsîl dike û wiha hat gotin: "Ji ber vê rewşa îstisnaî ya serokkomar şexsiyeta wî û sifet û wezîfeya wî bi hev ra tên fehmkirin. Loma jî her çiqas dijî meqamê nebe dijî şexsê wî be jî divê heqareta dijî serokkomar wekî sûcên dijî şexsan neyê dîtin."

Di daxwaznameyê da wiha hat gotin: "Şikbar Wîlders serokkomarê me yê ku cara ewil hatiye hilbijartin ji xwe ra kiriye hedef, bi nivîsa xwe gotinên ku rûmet, şeref û xîreta birêz serokkkomarê me rencîde dikin êrîşî îtibar, rûmet û şexsiyeta wî kiriye û sûcê navborî bi eşkereyî kiriye. Sûcê navborî li ser malpereke medyaya civakî belav bûye û eşkere bûye. Ji ber vê jî ji ber sûcê navborî lêpirsîn bê kirin û der barê wî da doza kamuyê bê vekirin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE