Serok Recep Tayyîp Erdogan ji ser hesabên xwe yên medyaya civakî peyam weşand û bi bîr xist ku ew li ser vexwendina Qralê Erebistana Siûdî, Selman bîn Evdilezîz Al Siûd çû Erebistana Siûdî.
Serok di peyama xwe da got: "Em li ser vexwendina Xadîmul Harameyn (Xizmetkarê Mekke û Medîneyê) hatin ziyareta Erebistana Siûdî. Ji bo pêşvebirina têkiliyên siyas, aborî û eskerî yên di navbera herdu welatên ji hêla dîrokî, çandî û beşerî va girêdayî hev in, hewl didin."
Di peyama xwe da Serok Erdogan bal kişand ser hevkariya di navbera Erebstana Siûdî û Tirkiyeyê da û wiha domand: "Em wisa bawer dikin ku bi Erebistana Siûdî ra di qadên tenduristî, vejen, ewlehiya xurekê, teknolojiyên çandiniyê, pîşesaziya parastin û fînansê da hevkarî û pêşvebirin wê bi kêrî me bê."
Serok Erdogan destnîşan kir ku ew li dijî terorê ne û lb welatên li herêmê ra jî ji bo têkoşîna dijî terorê hevkariyê dikin.
Erdogan ragihand ku di vê meha bimbarek da bi Erebistana Siûdî ra merheleyeke nû dest pê kir.
AA