Serok Erdogan derbarê revizyona kabîneyê daxuyanî da

Serok Erdogan: "(Nîqaşa daxistina ji sedî 50 zêde 1ê di hilbijartina serokomariyê de) Revîzekirina vê û birojevkirin, ne li gorî dilsoziya siyasetmedaran e. Heke tiştekî wisa bibe ev kar ne yê me ye, navê wê li ser e yê mixalefetê ye."

Serok Erdogan derbarê revizyona kabîneyê daxuyanî da

Serok Recep Tayyîp Erdogan derbarê nîqaşa daxistina ji sedî 50 zêde 1ê di hilbijartina serokomariyê de got, "Revîzekirina vê û birojevkirin, ne li gorî dilsoziya siyasetmedaran e. Heke tiştekî wisa bibe ev kar ne yê me ye, navê wê li ser e yê mixalefetê ye."

Serok Erdogan li Salona Merasimê ya TBMMê di resepsiyona vekirina sala yasadanînê de bersiva pirsên rojnamevanan da.

Di pirsekê de bal bo ser nîqaşa daxistina ji sedî 50 zêde 1ê di hilbijartina serokomariyê de hat kişandin û pirsa "Weke AK Partiyê gelo hûnê vê pêşniyazê bînin Meclisê, yaxud hûnê dê qet nexin rojeva xwe de?" Erdogan wiha bersiv da: "Revîzekirina vê û birojevkirin, ne li gorî dilsoziya siyasetmedaran e. Heke tiştekî wisa bibe ev kar ne yê me ye, navê wê li ser e yê mixalefetê ye. Nuha tiştekî wisa tune ye."

AA

Dîroka nûkirinê: 03 Cotmeh 2019, 12:05
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE