Serok Erdogan derheqê lehî û hezaza Gîresunê da ji Wezîr Soylu agahî hilda

Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirlî û Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum jî bi telîmata Erdogan çûn Gîresunê

Serok Erdogan derheqê lehî û hezaza Gîresunê da ji Wezîr Soylu agahî hilda

Serok Recep Tayyîp Erdogan piştî ku li Gîresunê lehî rabû û hezaz çêbû, rewşa herêmê û xebatên lêgerîn û xelaskirinê ji nêz va dişopîne.

Li gor daxuyaniya ku ji Serokatiya Ragihandinê hat dayîn, piştî bûyerê Erdogan pêşiyê Wezîrê Karên Navweyî Suleyman Soylu şande Gîresunê, heya derengiyê şevê û serê sibê ji Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu û derbarê xebatên lêgerîn û xelaskirinê da agahî hilda.

Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirlî û Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum jî bi telîmata Erdogan çûn Gîresunê.

Serok serxweşî da kesên ku di lehî û hezazê da mirine û telîmat da ku seba pêçandina birînan hemû derfetên dewletê werin seferberkirin û ji bo ku bûyerên vî rengî cardin çênebin gavên ku hewce dikin, werin avêtin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE