Serok Erdogan di civîna bîranînê ya şehîdên 15ê Tîrmehê de axivî

Serok Erdogan: Xaînên FETOyî Meclis bi taybetî kirin hedefa xwe ku ev yek terciheke eletexmînî nîne

Serok Erdogan di civîna bîranînê ya şehîdên 15ê Tîrmehê de axivî

Serok Erdogan di Civîna Bîranînê şehîdên 15ê Tîrmehê de axivî.

Ji axaftina Serok Erdogan:

 "Xaînên FETOyî ku şeva 15ê Tîrmehê êrîşî welatê me kirin, Meclis bi taybetî kirin hedefa xwe ku ev yek terciheke eletexmînî nîne"

 "15ê Tîrmehê, xeleka dawîn a zincîra têkoşîna me ya man û nemanê ye ku li ser vê xakê ev sedan sal e em didin."

"(Derbekarên FETOyî) Bawer bin heger qeweta wan tê da biçûya dê ev Meclis bi awayekî hilweşandana ku kevir li ser kevir nemîne. Bawer bin heger qeweta wan tê da biçûya, Serokomar û Serokwezîr di serî da dê hemû rêveberên hilbijartî yên welêt qetil bikirana."

"Her kê bixwaze 15ê Tîrmehê piçûk nîşan bide, bêîtibar bike û bixe dilqê karîkaturan, pê beled bin ku armanca wî ew e ku vê wateya dîrokî ya kûr binixumîne û nehêle were dîtin."

"Heya ku bi hevra em bêjin 'pêşî Tirkiye', cudahiya nêrînan, nîqaş û mizakereyên di bin banê vê Meclisê da ji bo me meqbûl in û heta dewlemendiya me ye."

"Carinan qehremanek tenê qedera miletekî mezin diguherîne. Di 15ê Tîrmehê da ji çar aliyê welatê me bi milyonan qehreman derketin holê û mora xwe li paşeroja hemû milet xistine."

"Bi tesfîyekirina hucreyên FETOyê ku 15ê Tîrmehê deşîfre bûn va li ber Tirkiyeyê di hemû warî da asoyên nû vebûn û hemleyên nû hatin destpêkirin. Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê pey hev dest bi operasyonên xwe kirin ku bi salan bû me nikaribû bida destpêkirin. Ji burokrasiyê heya dinyaya kar li her derî însanên me ji xwe bawer berê xwe dane siberojê."

"Di vê rêwîtiya pîroz a ku me kefenê xwe li xwe kir û em bi rê ketin da em ji ser îradeya neteweyî ra tu hêzê, ji xizmetkariya milet mezintir tu payeyê nas nakin."

 "Bawer bin heger qeweta wan tê da biçûya, yên ku dixwazin gelê Tirk ji Anadoluyê û Ewropayê biqewirînin û hemû şopên Îslamê li ser vê axê jê bibin, dê pîrozbahî bikirana. Hemd be, bi alîkariya Xwedê û berxwedana miletê me qeweta wan tê da neçû û hewildana derbeyê bi ser neket."

"Ji rikê muhterîsên amade ne ku seba îqbal û berjewendiyên xwe Tirkiyeyê bavêjin nava agir, weke şeva 15ê Tîrmehê heke hewce bike em û miletê xwe em ê mil bidin hev û parastina welatê xwe, demokrasiya xwe û serxwebûna xwe bidomînin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE