Serok Erdogan di Civîna Pêşengên NATOyê da beşdarî kişandina wêneyê komî bû

Serok Erdogan di Civîna Pêşengên NATOyê da beşdarî kişandina wêneyê komî bû

Li Madrîda paytextê Îspanyayê beriya Civîna Pêşengên NATOyê li Navenda Kongreyê ya IFEMAyê ku civîn lê tê kirin, piştî merasima pêşwaziyê ya fermî bi komî wêne hat kişandin.

Serokomar Erdogan ji aliyê Serokwezîrê Îspanyayê yê mazûvan û Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg va hat pêşwazîkirin. Erdogan destê bi Sanchez û Stoltenberg girt û paşê bi hev ra wêne kişandin.

Piştî merasima pêşwazîkirinê ya fermî wêneya komî hat kişandin.

Di kişandina wêneyan da Serokwezîrê Îngiltereyê Boris Johnson li kêleka rastê, Serokwezîrê Slovenyayê Robert Golob jî kêleka çepê ya Erdogan sekinîn.

Piştî kişandina wêneyên komî Serokomar Erdogan bi Serokê Amerîkayê Joe Biden, Serokwezîrê Îngiltereyê Johnson, Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau, Serokwezîrê Arnavutlukê Edi Rama û Sekreterê Giştî yê NATOyê Stoltenberg destê xwe dan hev û li ser lingan sohbet kirin.

Pêşeng paşê derbasî rûniştina xebata yekemîn a li ser Ukraynayê, bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE