Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi telefonê cuda cuda digel Serokê Filistînê Mehmûd Ebbas û Serokê Nivîsgeha Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniyye axivî.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandina Serokomariyê di peywendiyan de mijara êrîşên Îsraîlê yên li dijî Mizgefta Eqsayê û Filistîniyan hat gotûbêjkirin.
Erdogan di peywendiyan de êrîşên Îsraîlê yên li Qudsê weke "êrîşên terorê" bi nav kir û anî ziman ku wan êrîşên namerdane wijdanê Misulmanan û hemî mirovayetiyê birîndar kiriye û wê zordestiya li dijî Filistîniyan bi tundî şermezar dikin.
Serokomar Erdogan herwiha tekezî li wê yekê kir ku bi mebesta destbikarkirina alema Îslamê û hemî cîhanê ji bo ragirtina teror û dagîrkeriya Îsraîlê tiştam ji destê wan bê dê bikin.
Erdogan destnîşan kir ku Tirkiye tim û daîm dê piştevanê doza Filistînê û destgîrê xwîşk û birayên xwe yên Filisitînî be. Herwiha dê bi berdewamî parêzvanê îzzeta Qudsê be.
AA