Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir ku testa wî ya Kovîd-19ê pozîtîf derket.
Erdogan di peyama xwe ya li ser medyaya civakî da wiha got: "Îro li ser hin nîşaneyan min û xanimê test kir û di encamê da testa me ya Kovîd-19ê pozîtîf derket. Hemd ji Xwedê ra nexweşî sivik derbas dibe û ji cureya Omîcronê ye. Em li ser wezîfeya xwe ne. Em ê xebatên xwe li malê bidomînin. Li benda diayê we me."AA