Serok Erdogan dîplomasiya xwe ya telefonê di eydê de jî domand

Serok Erdogan dîplomasiya xwe ya telefonê di eydê de jî domand

Serok Recep Tayyip Erdogan dîplomasiya xwe ya telefonê di Eyda Qurbanê de jî domand. Di peywendiyên ku têde eydên hevdu pîroz kirin, mijarên weketêkiliyên dualî û pêşhatên herêmî hatin gotûbêjkirin.

Li gorî parvekirina Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê li ser hesabê medyaya civakî, Serokomar Erdogan digel her yek ji Serokomarê KKTCê Ersin Tatar, Serokê Filistînê Mehmûd Ebas, Serokomarê Îsraîlê Isaac Herzog û Serokwezîr Yair Lapîd, Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşinyan, Serokê Federasyona Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokê Ukraynayê Volodimîr Zelenskî peywendiyên telefonê encam dan.

Serokomar Erdogan herwiha digel Şehzadeyê Cihnîşin yê Erebsitan Siûdiyê Muhemmed bin Selman bin Ebdulezîz, Serokomarê Gine Bissauyê Umaro Sissoco Embalo, Serokomarê Komara Kongoya Demokratîk Felix Tshisekedi, Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf, Serokomarê Qirxizîstanê Sadir Caparov, Serokomara Tanzanyayê Samia Suluhu Hassan, Serokwezîrê Lubnanê Necîp Mîqatî, Serokê Îmaratê Şêx Muhemmed bi Zeyd Al Nehyan û Mîrê Qeterê Şêx Temîm bin Ehmed Al Sanî jî peywendiyên telefonê encam dan.

Di peywendiyan de aliyan eydên hevdu pîroz kirin û li ser têkiliyên dualî û pêşhatên herêm axivîn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE