Serok Erdogan: Em ê herin Minbicê jî

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Niha jî li Minbicê qanalan vedikin. Ev tê çi meneyê? 'Me gor amade kir hûn werin merasima definkirinê bikin' Em ê bikevin wê derê jî."

Serok Erdogan: Em ê herin Minbicê jî

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Niha jî li Minbicê qanalan vedikin. Ev tê çi meneyê? 'Me gor amade kir hûn werin merasima definkirinê bikin' Em ê bikevin wê derê jî."

Erdogan li Meydana Hikûmetê beşdarî merasima vekirinê bû û li vir xitabî gel kir.

Serok Erdogan di xeberdana xwe da bal kişand ser têkoşîna bi terorê ra û wiha axivî: "Em ê bikevin şikeftên wan. Ew bi ku de direvin bila birevin, em kesên îxanet li vî miletê hanê kirine li wan deran nahêlin."

Erdogan destnîşan kir bi saya gavên ku bi biryardarî avêtin ji Cerablusê heta El Babê, ji Efrînê heta bakurê Iraqê, ji Cûdiyê heta Gabar û Tendûrekê li erdnîgariyên asê hêzên ewlehiyê derbeyên giran li rêxistinên terorê dixin û wiha got: "Niha jî li Minbicê qanalan vedikin. Ev tê çi meneyê? 'Me gor amade kir hûn werin merasima definkirinê bikin' Em ê bikevin wê derê jî."

Serok Erdogan got ji bo Minbicê soz dan me û gotin 'di nav 90 rojî da em ê wê derê biterikînin' û terk nekirin û got em êya hewce dike bikin.

Erdogan der heqê şerê dijî terorê da diyar kir niha hakimiyeta qadê û serkeftina psîkolojîk ketiye destê yekîneyên wan yên ewlehiyê û wiha got: "Di pêşeroja Tirkiyeyê da ji bo rêxistinên terorê û kesên ji van rêxistinên terorê ra xulamtiyê dikin ra cih tuneye."

Serok Erdogan destnîşan kir destûrê nadin ku rêxistina terorê ya cudakar şaredaran tayîn bike û derfet û îmkanên şaredariyê pêşkêşî eşqiyayên bajêr bikin.

Erdogan diyar kir çawa ji pêşketinê, ji îstixdamê û ji alîkariyên civakî tawîzê nadin, weke wan em teqez ji polîtîkayên xwe yên tesarufê û disîplînên xwe yên budçeyê jî tawîzê nadin.

Serok Erdogan destnîşan kir li Tirkiyeyê mixalefeteka sereke ya wisa heye ku bûyera li ber çavan diqewime ji bona ranta siyasî diemilîne û wekî beniştê tûj bi welêt va zeliqiye û wiha got: "Heta ku partiya mixalefeta sereke li dîroka xwe mikur bê em ê qala xeletiyên ku vedişêrin bikin. Li cihê ku wê rûreşiya ji hêla aboriyê va rayeyê didan destê welatên derva paqij bikin îro bê şermkirin dixwazin dersa serxwebûna aboriyê bidin me."

Erdogan di berdewamiya xeberdana xwe da wiha got: "(CHP) Di dîroka xwe da carna silav dane rejima faşîst ya Mussolînî, carna pesnê Almanyaya nazî dane û carna bi alaya Amerîkayê poz dane."AA

Dîroka nûkirinê: 12 Cotmeh 2018, 17:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE