Serok Erdogan: "Em têkoşîna xwe ya dijî Kovîd-19ê bi biryardarî didomînin"

Erdogan: "Em bi baweriya ku tu musîbet ji hêza me mezintir nîne bi gelê xwe ra têkoşîna xwe ya dijî Kovîd-19ê bi biryardarî didomînin."

Serok Erdogan: "Em têkoşîna xwe ya dijî Kovîd-19ê bi biryardarî didomînin"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got ku "Em bi baweriya ku tu musîbet ji hêza me mezintir nîne bi gelê xwe ra têkoşîna xwe ya dijî Kovîd-19ê bi biryardarî didomînin. Em ji bo ku ji vê qeyrana ku mirovahî rû bi rû maye xilas bibin ketin nav heyameke ku divê bêtir fedakariyê bikin."

Erdogan li Koşka Huberê ya li Trabyayê daxuyaniya çapemeniyê da û got ku nexweşiya Kovîd-19ê ya ku temamiya dinyayê ketiye bin tesîra wê her ku diçe belav dibe û jimara kesên ji ber nexweşiyê dimirin zêde dibe.

Erdogan destnîşan kir ku li dinyayê jimara nexweşan nêzî 600 hezarî, jimara miriyan jî nêzî 27 hezarî bû û vê bobelata mezin bi herkesê ra tesîr li ser Tirkiyeyê jî kir û axaftina xwe wiha berdewam kir: 

"Li welatê me heta îro 5 hezar û 698 weqa hatine tesbîtkirin û 92 kes jî ji ber nexweşiyê mirine. jimara nexweşên ku li unîteya nexweşiyên giran tên dermankirin 344 e û 42 nexweş jî baş bûne. Xwedê rehma xwe li welatiyên me yên ku wefat kirin bike, serê eqrebayên wan kêm be. Em bi baweriya ku tu musîbet ji hêza me mezintir nîne bi gelê xwe ra têkoşîna xwe ya dijî Kovîd-19ê bi biryardarî didomînin. Em ji bo ku ji vê qeyrana ku mirovahî rû bi rû maye xilas bibin ketin nav heyameke ku divê bêtir fedakariyê bikin. Em yekîtî, bihevrabûn, biratî, piştevaniya xwe çiqas xurt bigirin bi îzna Xwedê dê ji vê pêvajoyê ewqas bi xisarên kêm derkevin."

"Em ê nekevin rehawetê"

Serokomar Erdogan xwest divê ev mijar ji neyên jibîrkirin û wiha axivî: 

"Em ê nekevin rehawetê ji ber ku tehdîda pêşberî me gelekî cidî ye. Em ê tu carî nekevin panîkê ji ber ku em dijî vê tehdîdê birastî jî têkoşîneke saxlem dimeşînin. "

Erdogan qal kir ku hemû welatî dizanin ku dewlet bi hemû derfetên xwe va ligel wan e û wiha axivî: "Em li vî welatî destûrê nadin ku tu kes birçî bimîne, li derva bimîne mexdûr be. Armanca me ew e ku bi tevdîrên ku hemû qadên jiyanê dihewîne demildest zincîra nexweşiyê bişkînin. Hemd ji Xwedê ra di mijara derman û xurekê da tu pirsgirêkên me tunene. Em ê misadeyê kesên ku tevdîrên me ji bo îxtiyarên xwe ji nexweşiyê biparêzin dîtin kirin wekî hinceta bêsiyanetiya wan, nekin."

Serokomar Erdogan got ku "Em dibînin ku dema me ev tevdîr hemû bi titîzî tetbîq kirin înşeallah dê di demek kurt da di vê mijarê da bi ser bikevin. Bes em guh bidin rêbazan, hişyariyan." 

"Test teqez bêpere ne"

Erdogan destnîşan kir ku li gor nifûsa dinyayê em ew welat in ku lê herî zêde nivînên nexweşiyên giran heye, di mijara hilberîna cîhazê bêhnê da jî em bi lez pêş dikevin û got ku test teqez bêpere ne.

 "Em ê civînên xwe yên kabîneyê ji niha pê va bi telekonferansê bikin"

Serokomar Erdogan got ku dê civînên kabîneyê her duşemê bi telekonferansê bên kirin û got  Hemû wezaret û saziyên me bi rihê seferberiyê dixebitin.

"Seyehatên nav bajêran girêdayî îzna walîtiyê be"

Serokomar Erdogan got ku li gor pêşniyazên Lijneya Zanistê tevdîran dibînin û ev tevdîr wiha rêz kirin: 

-"Seyahatên nav bajêran dê girêdayî îzna walîtiyan be"
 

- Seferên dervayî welêt bi temamî hatin rawestandin

- Eskerên me dê li gor rêbaza karantinaya 14 rojî girêdayî sepana celp û terhîsê bin

- Wekî di kamuyê da dê di sektora taybet da jî bi xebatkarên mînîmum derbasî pergala xebata nerm bibin

- Li hemû bajêran dê bi serokatiya waliyan lijneya pandemiyê bê avakirin û tevdîrên hatine dîtin bên tetbiqîbkirin, dema hewce bike dîsa dê ew heyet ji bo tevdîrên din ên ji bo wî bajarî biryaran bide

- Tevdîr li temamiya 30 bajarên me yên mezin bi titîzî dest pê kir û ket rewacê

- Cihên wekî qadên piknîkê, daristan, kavliên dîrokî dê dawiya hefteyê girtî bin, di nav hefteyê da jî dê bi komî nekarin li van deran bimînin

- Di wesayîtên veguhestina komî da dê pergala rûniştina ji hev dûr bê tetbîqkirin

Serokomar Erdogan got ku "Derfet û hêza Tirkiyeyê heye ku ji vê nexweşiyê xilas bibe û nexweşiyê têk bibe, gelê me jî xwedî wê dirayetê ye ku tevdîrên hatin dîtin bi hesasî pêk bîne. Em ji gelê xwe sebir, fedakarî û dirayetê dixwazin." AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE