Serok Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku Fuzeya Keştîsavar a Atmacayê di berdana guleyê ya test a dawîn a ku îro berî bikeve envanterê hat kirin da cara ewil bi îsabeta tam li hedefê xist.
Erdogan di daxuyaniya xwe ya ji ser Twîtterê da got ku "Fuzeya meya Keştîsavar a Atmacayê ku şûra pola a Welatê me yê Şîn e di berdana guleyê ya test a dawîn a ku îro berî bikeve envanterê hat kirin da cara ewil bi îsabeta tam li hedefa keştiyekî xist. Bila ji bo Hêzên me yên Çekdar û Sîtola me bi xêr be."
Serokomar Erdogan dîmenê ku berî berdana testê û lêxistina hedefê hatine kişandin jî parve kir.