Serok Erdoğan: Ez ji bo hemû xwendekarên me serkeftinê dixwazim

Serok Recep Tayyip Erdoğan di bernameyeke li ser înternetê de bi xwendekarên ku wê bikevin ezmûna perwerdeya bilind re hat cem hev. Serok erdoğan ji xwendekaran re serkeftin xwest û derbarê îdiayên dema ezmûnê de axivî.

Serok Recep Tayyip Erdoğan:Dîroka ezmûnê wekî 27-28 hezîranê hat diyarkirin. Ev dîrok li gorî dîrokên din nêzîkî dîroka ewil e. Bi vî awayî xwendekarên ku li gor dîroka ewil amadehî kiribûn beredayî meheke din nakevin nav stresa ezmûnê. Hin kes îdia dikin ku dema ezmûnê li gorî sektora turîzmê hatiye diyarkirin. Ev îdia bi temamî spekulasyon e. Îdiaya ku siberoja ciwanên me bikin dibe qurbana tiştekî wisa, ji hişmendiyên xerab derdikevin. Ez hemû xwendekaran wekî zarokên xwe dibînim. Ez di ezmûnê de ji bo hemû xwendekarên me serkeftinê dixwazim û yeko yeko têm çavê wan.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE