Serok Erdogan gora serokomarê ewil yê Bosna Hersekê Aliya Îzzetbegovîç ziyaret kir

Erdogan gava hat goristanê silav da welatiyên li benda wî bûn û di pey ra jî çeleng danî Bîrdariya Eskerê Mechûl, gora Aliya Îzzetbegovîç û dia kir.

Serok Erdogan gora serokomarê ewil yê Bosna Hersekê Aliya Îzzetbegovîç ziyaret kir

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan gora serokomarê ewil yê Bosna Hersekê Aliya Îzzetbegovîç ziyaret kir.

Erdogan gava hat goristanê silav da welatiyên li benda wî bûn û di pey ra jî çeleng danî Bîrdariya Eskerê Mechûl, gora Aliya Îzzetbegovîç û dia kir.

Serokomar Erdogan piştî serdana li goristanê avahiya Yekîtiya Îslamê ya Bosna Hersekê ziyaret kir.

Di serdana Erdogan da endamê Boşnak yê Konseya Serokatiya Dewletê ya Bosna Hersekê Şefîq Caferovîç, Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nurî Ersoy, Wezîrê Ticaretê Mehmet Muş, Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettîn Altun, Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin, Serokê Yekîtiya Îslamê ya Bosna Hersekê Huseyîn Kavazovîç, Midûrê Giştî û Serokê Lijneya Rêvebiriya Ajansa Anadoluyê Serdar Karagoz û Midûrê Giştî yê TRTyê Mehmet Zahid Sobacî amade bûn.

Piştî serdanê Erdogan bi welatiyan ra sohbet kir û wêne kişand.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE