Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Qesra Serokomariyê pîlana xebatên 100 rojî ya ku 400 projeyên Kabîneya Serokomariyê tê da cih girtin ji raya giştî ra eşkere kir.
Di nav kar û xebatên ku wê Kabîneya Serokomariyê ji roja dest bi kar kir heta 100 rojî bibe serî yên sereke ev in:
GIHANDIN
Balafirgeha teze ya li Stenbolê ew ê di 29ê cotmehê da were vekirin
Karûbarên Projeya Etud û ÇEDê yên Kanal Stenbolê ew ê werin temamkirin
Ji bo bi modela çêbike-bixebitîne-dewr bike va Tunela Stenbolê ya Mezin a 3 qatî were avakirin îhale yê were vekirin
328 kîlomêtre rêya veqetandî û 120 kîlomêtre rêbej ew ê li rêyan werin zêdekirin
Îhaleya rêbejên Aydin-Denîzliyê û Mêrsin-Taşucuyê ya ku 246 kîlomêtreyî digrin ew ê were kirin
Ji bo zêdekirina ewlehî konfora rêbejan ew ê 893 kîlomêtre rê bi asfalta germ werin asfaltkirin
30 kîlomêtre tunelên din yê werin çêkirin
Îhaleya Rêhesina Bilez a Halkali-Kapikuleyê ew ê were kirin
Gara Trêna Bilez a Qonyayê ew ê were vekirin
Ferîbota Îdrîsê Bidlîsî ya ku ji bo Behra Wanê hatiye çêkirin ew ê dest bi seferan bike
Li Mêrsin û Qonyayê 2 navendên lojîstikê yên ku kapasîteya wan 2 milyon û 596 hezar ton in ew ê dest bi xizmetê bikin
Li Qonya, Îzmir, Stenbol, Enqere û Qeyseriyê ji bo bi tevahî 73 kîlomêtre rêhesina nav bajêr were çêkirin û 248 wesayît werin kirîn, îhaleyê were dayîn
Îhaleya Tunelên Sîlvanê yên ku berahiya wan 10 mêtre ye û dirêjahiya wan 13,4 kîlomêtre ye yê were temakirin
VEJEN
Uniteya ewil a Santrala Nukleerê ya Akkuyuyê ew ê di sala 2023yan da dest bi xizmetê bike
Xebatên ji bo Santrala Nukleerê ya Sînopê ew ê dewam bikin
Xaza siruştî ya ji bo Şirnex û Artvînê wê bê dayîn
Ji bo xebatên lêgerîna hîdrokarbonê ya li behrê keştiyeke sondaja behrê ya din jî yê were kirîn
Li Soma û Tunçbîlekê qadên komirê yên dewletê yên ku lê xebat dewam nakin ew ê ji bo sektora taybet werin vekirin
Ji bo santralên vejena tavê yên ku 3 hezar megawat ceyranê çêbikin û bihayê wan 4,8 milyar dolarî digrin yê derkevin îhaleyê
Li Alpuya Eskîşehirê ji bo avakirina santrala termîk a ku ew ê 1000 megawat ceyranê çêbike îhaleyê vekin
Li Edene-Yumurtalikê ji bo veberhênana tesîsa petrokîmyayê ya ku milyarek dolarî digre yê erazî were texsîskirin
ABORÎ & FÎNANS
Bernameya Demnavîn ew ê di dawiya tebaxê da were eşkerekirin
Pîlana stratejîk a heyama 2019-2023yan ew ê hetanî dawiya mijdarê were temamkirin
Sîstema e-devletê yê were xurtkirin
Li Kuliyeya Serokomariyê ew ê sîstema teqîba pîlan, proje û îcraetan were avakirin
Projeya Navenda Fînansê ya Naneteweyî ya Stenbolê yê were destpêkirin
Yê ji disîplîna budçeyê tawîz neyê dayîn
Maliyeta deyndarbûna dewletê yê were kêmkirin. Çavkaniya dewletê ya kêmzêde 40 milyar lireyî ew ê ji ser hesabekî were îdarekirin, di salê da 3-4 milyar lire dahat were bidestxistin
Ji bo deyndariya derva berê xwe bidin Çînê
Bankeya Pêşketinê ew ê ji nû va were sazkirin
Piştgiriya didin Kobiyan ew ê were zêdekirin
Soz hatibû dayîn ku tu kesê ji 1000 lireyî kêmtir mehaneya teqawidbûnê nestîne û sozê were cî
BAZIRGANIYA DERVA
Di heyama teze da jî mijara sereke pêşxistina îxracatê ye
Hejmara mişteriyên Exîmbankê û para KOBIyan yê were zêdekirin
Di heyama teze da pêşiyê berê xwe bidin bazarên Çîn, Meksîka, Rûsya û Hindistanê. Ji bo vê pîlanên xebatan û stratejiyên welatan ew ê werin amadekirin
Ew ê dest bikin karûbarên îxracatkaran li tesîsên wan bibînin
Di barkişandina ji hewa, rêhesin û behrê ra ya transît da mecbûriyeta beyannameyê yê were rakirin, di ya rêbejê da jî ew ê derbasî belgeya refaqata îxracatê bibin
Ew ê bixebitin ku hin ewraqên ji bo îxracatê lazim dikin ji amûrên elektronîk werin amadekirin û bidestxisin
Ji bo zêdekirina hecma bazirganiyê ew ê Navenda Bazirganiyê ya Tirkiyeyê were vekirin û 35 welat û bajarên teze werin eşkerekirin
Herêmên îhtisasa serbest ên bername, zanist, tenduristî, perwerde, fîlman werin avakirin
Ji bo ku Borseya Îxtisasa Berheman sala pêşiya me dest bi xebatê bike ew ê xebatên bên temamkirin
JI BO KESÊN HEWCEDAR FIROTINA AVAHIYAN
Di nav 100 rojî da ew ê 17 hezar xanî û dikanan teslîmî kesên heq kirine bikin, xîmê binî yê 16 hezar xanî û dikanan jî daynin
Ji bo kesên hewcedar ew ê 15 hezar û 523 avahiyan bifroşin, îhaleya çêkirina 15 hezar 506 xaniyan were temamkirin
Hejmara mêvanên ku wê vegerin herêmên ewle yên Sûriyeyê wê bigihêje 250 hezarî
Serkonsolosxaneyên Besra û Mûsilê di nav heyameke 100 rojî da wê ji nû va dest bi xebatê bikin
Ji Tirkiyeyê wê Alîkarekî Fermandar bo mîsyona NATOyê ya li Iraqê bê tayînkirin
Piştevaniya ji bo Filistîniyên ku rastî êrîşên dijî mirovahî û hiqûqê yên dewleta Îsraîlê tên wê bidome
Balafira me ya perwerdehiyê ya xwemalî û neteweyî HURKUŞ wê di nav envanterên Fermandariya Hêzên Hewayî da cih bigire
Di çarçoveya xebatên ku ji bo rê li ber koçên bêpergal bê girtin wê li Stenbol-Tuzla, Kocaelî, Îdir û Kirikkaleyê 4 navendên din ên paşveşandinê bên avakirin
TENDURISTÎ
Ji bo tengahiya ku li beşên nexweşiyên giran ji holê rabe wê 500 nivîn werin zêdekirin.
Tirkiye ji bo di tenduristiyê da bibe marqe wê jimara saziyan were zêdekirin û di vê çarçoveyê da Şirketa Anonîm a Xizmetên Tenduristiyê ya Navneteweyî wê were avakirin.
Melzemeyên tenduristiyê wê ji Marketa Tenduristiyê werin temînkirin.
Ji bo qerebalixiya li serwîsên acîl yên nexweşxaneyên kamûyê kêm bibe wê hin tedbîrên nû werin hildan.
Têkoşîna dijî obezîteyê wê dewam bike û li hemû welêt wê were belavkirin.
Ji bo derman û cîhazên tibî wê şirketên herêmî yên neteweyî werin avakirin.
Jimara nexweşên ku li malên xwe tên dermankirin bi zêdebûneke ji sedî 20an va wê derxin milyonek û 200 hezar kesî.
Jimara navendên 112an wê ji 32an derkevin 42yan.
TEKNOLOJÎ & AR-GE
Ajansa Fezayê ya Tirkiyeyê wê were avakirin.
Ji bo projeya xwemalî ya 5-Gyê wê xebat werin kirin.
Ji bo peykên xwemalî wê proje werin çêkirin.
Navenda Lêkolîna Sîstemên Optîk ya Teknolojiya Fezayê wê were vekirin.
AA