Serok Erdogan ji Amerîkayê vegeriya

Serok Erdogan temasên xwe yên li New Yorkê temam kir û bi teyaraya "TC-TRK"yê ya taybet va ji Amerîkayê vegeriya

Serok Erdogan ji Amerîkayê vegeriya

Serok Recep Tayyîp Erdogan temasên xwe yên li New Yorkê temam kir û bi teyaraya "TC-TRK"yê ya taybet va ji Amerîkayê vegerya. Serokomar Erdogan ji bo beşdarî hevdîtinên Lijneya Giştî ya 74an a Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê bû.

Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva, Balyoz Ferîdun Sînîrlîogluyê Nûnerê Daîmî yê NYyê yê Tirkiyeyê, Serdar Kiliçê Balyozê Washîngtonê, Alper Aktaşê Serkonsolosê New Yorkê û rayedarên din ji Balafirgeha JFKyê Serokomar Erdogan rêwî kirin.

Berat Albayrakê Wezîrê Xezîne û Darayiyê, Hulusî Akarê Wezîrê Parastina Neteweyî, Murat Kurumê Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê, Ruhsar Pekcana Wezîra Bazirganiyê, Fahrettîn Altunê Serokê Ragihandinê tevî Serok Erdogan û Emîne Erdogana xanima wî ji Amerîkayê vegeriyan.

Dîroka nûkirinê: 26 îlon 2019, 11:16
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE