Serok Recep Tayyîp Erdogan ji ber bûyera li Puturgeya navçeya Meletiyê telefonê Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu kir û sersaxî da wî.
Li gor daxuyaniya Serokomariyê, Serokomar Erdogan ji ber şerê hilbijartinê ya li Puturgeya navçeya Meletiyê ya ku 2 welatî mirin telefonê Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu kir.
Erdogan sersaxî da Karamollaoglu û ji ber bûyerê xemginiya xwe anî ziman.
Serok Erdogan got ewê bûyerê bişopînin, berpirsyar wê li ber edaletê hesabê vê yekê bidin.