Serok Erdogan ji ber tezkereyê bertek nîşanî CHPyê da

Serok Erdogan ji ber tezkereyê bertek nîşanî CHPyê da

Serokkomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan ji ber tezkereyên Iraq û Sûriyeyê bertek nîşanî CHPyê da û wiha got, "Di vir da tiştê herî girîng ew e ku CHPya partiya herî mezin ya 2yemîn ya welatê me ye teslimî HDPya pêlîstoka rêxistina terorê bûye. Jê ra bîat dike. Heyf û mixabin."

Erdogan di Civîna Koma Meclisê ya AK Partiyê da axivî.

Serok Erdogan di axaftina xwe da got ez dixwazim mizgîniyê bidim ku ji bona welatê me ji Fona Demsalê ya Hêşînahiyê 3 milyar û 157 milyon dolar çavkanî hilde zepta mutebeqatê hatiye îmzekirin.

Erdogan ji ber tezkereyên Iraq û Sûriyeyê bertek nîşanî CHPyê da û wiha axivî, "Me çawa heta îro digel CHPyê û xweyên wê yên ku kapê xwe daye destên wan ji bona ewlehiya vî welatî gav avêtiye, em ê ji niha pê da jî gavên hewce dikin biavêjin. Di vir da tiştê herî girîng ew e ku CHPya partiya herî mezin ya 2yemîn ya welatê me ye teslimî HDPya pêlîstoka rêxistina terorê bûye. Jê ra bîat dike. Heyf û mixabin. Rast e ku ez serfermandarê Hêzên Artêşa Tirkiyeyê me. Lê pirsa divê bê pirsîn ew e ku Kiliçdaroglu çawa dikeve vê rêwşê, dikeve bin emrê HDPyê."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE