Serok Erdogan ji bo Îdlibê soza 50 avahiyan da

Serok Erdogan "Ji bo destpêkê em soza 50 avahiyan bidin. Bi 50 avahiyan va înşallah bila feydeya me jî bigîhîje wê derê."

Serok Erdogan ji bo Îdlibê soza 50 avahiyan da

Serok Recep Tayyîp Erdogan der barê avahiyên ku wê li Îdlibê bên çêkirin da got: "Ji bo destpêkê em soza 50 avahiyan bidin. Bi 50 avahiyan va înşallah bila feydeya me jî bigîhîje wê derê."

Civîna Îstişareyê ya Îdlibê ya Saziyên Civakî ya Sivîl a ku bi serkêşiya Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Acil û Afatê (AFAD) dewam dike.

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu telefonî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kir û der barê vê civînê da agahî da wî.

Erdogan nûnerên saziyên civakî yên sivîl pîroz kir ku ew hewl didin li Îdlibê û bi taybetî jî li bakurê rojavayê Sûriyeyê avahî bên çêkirin û got Xwedê xêra wan qebûl bike.

Serok Erdogan got Tirkiye heta îro ne tenê li Sûriyeyê li cihên cuda ên dinyayê alîkariya feqîr û fikareqan dike û wiha axivî:

"Înşallah ji vir şûn va jî gel wê dîsa alîkariyê bike. Niha ev têkoşîna ku em li ser sînorên cînarên xwe didin pir girîng e. Heke em bilez vê havînê avahiyan çêbikin û birayên me yên Sûriyeyê tê da bi cih bibin qet nebe zivistanê ewê derftê bibînin ku li wir bijîn. Paşê em dikarin înşallah ji hedefa 50 hezar avahiyan zêdetir avahiyan çêbikin. Suleyman Beg soza 20 avahiyan daye. Em jî ji bo destpêkê niha soza 50 avahiyan bidin. Bi 50 avahiyan va înşallah bila feydeya me jî bigîhîje wê derê. Xwedê me bike wesîle ku ev birayên me heman ji vê eziyetê xilas bibin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE