Serok Erdogan ji bo rojnameya Washington Postê gotarek nivîsî

Gotara ku Serok Recep Tayyîp Erdogan ji bo rojnameya Washington Postê nivîsî, bi sernavê "Qumaşê terorîstê Zelanda Nû û yê DEAŞê heman qumaş e"

Serok Erdogan ji bo rojnameya Washington Postê gotarek nivîsî

Serok Recep Tayyîp Erdogan wiha got, "Wekî serokekî ku di rabirdûyê da gelek carî aniye ziman ku dîn, ziman û nijadê terorê tuneye, ez wan hewldanên ku dixwazin êrîşên terorê yên hefteya borî bi exlaq û prensîbên Xiristiyaniyê va girê bidin, wekî kategorîk red dikim."

Serok Recep Tayyîp Erdogan ji bo rojnameya Washington Postê, bi sernavê "Qumaşê terorîstê Zelanda Nû û yê DEAŞê heman qumaş e" gotarek nivîsî.

Erdogan diyar kir ku di êrîşên terorê yên li bajarê Christchurch ê Zelanda Nû da 50 însanên bêguneh hatin kuştin û herwiha da bibîrxistin, bi dehan Misilmanên ku ji bo nimêja înê çûbûn mizgeftan jî bi birîndarî ji êrîşan filitîn.

Erdogan bal kişand ku li ser çekên cinayetê û di manîfestoya ku terorîst li ser înternetê belav kir da mirov rastî gelek referansên dîrokî tê û wiha dewam kir, "Terorîst navê Tirkiyeyê û navê min gelek carî bi bîr aniye. Ev yek hem watedar e û hem jî xisûseke wisa ye ku divê mirov li ser bifikire."

Serok Erdogan di gotara xwe da wiha dewam kir:

"Meqamên me yên peywirdar piştî êrîşa Zelanda Nû, derxistin holê ku êrîşkar Brenton Harrison Tarrant di 2016an da du caran hatiye Tirkiyeyê û li herêmên cuda yên welatê me geriyaye. Ji xeynî vê jî me dîsa tesbît kir ku Tarrant çûye çend welatên wekî Fas, Îsraîl û Xirvatistanê jî. Şaxên îstixbarat û ewlekariya Tirkiyeyê ji bo ronkirina bûyerê û ji bo ku di siberojê da bûyerên bi vî rengî neqewimin, bi Zelanda Nû û welatên din ra hevkariyê dikin û xebatên xwe didominîn."

- "Xwestiye ku tovên nefretê di navbera însanan da bireşîne"

Erdogan herwiha bal kişand ku berpirsê qetlîama Christchurchê dîroka dinyayê û baweriya Xiristiyaniyê tehrîf kiriye û dixwaze nêrînên xwe yên betal meşrû nîşan bide û wiha dewam kir, "Xwestiye ku tovên nefretê di navbera însanan da bireşîne. Wekî serokekî ku di rabirdûyê da gelek carî aniye ziman ku dîn, ziman û nijadê terorê tuneye, ez wan hewildanên ku dixwazin êrîşên terorê yên hefteya borî bi exlaq û prensîbên Xirîstiyaniyê va girê bidin, wekî kategorîk red dikim."

Serok Erdogan gotara xwe wiha domand:

"Gelê me beriya vê gelek caran rastî erîşên terorê yên wiha hat. Ev bûyer ne cara ewil e bi serê gelê me tê. DEAŞa rêxistina terorê dîrokê ji perspektîke radîkal dixwîne. Ev rêxistin piranî misilmanan îro kujerê bi hezaran mirovan e. Heman rêxistinê di salan dawî da ji bo 'fetihkirina Stenbolê' bang dikir. Êrîşkarê Chrîstchurchê jî ji bo Stenbolê ku bikin bajarekî 'Xiristiyan' soz dide. Ferqa gotina DEAŞê û êrîşkarê Zelandaya Nû tuneye. Heman rêxistin îro dibêje em ê Komara Tirkiyeyê ji holê rakin. Me ji ber vê li Sûriyeyê operasyon kirin û derbeyên mezin li rêxistana terorê dan. 

Ji ber vê divê em tiştekî baş tespît bikin. Di navbeyna kujerê ku li Zelandaya Nû mirovên biguneh kuştin û yên ku li Tirkiye, Fransa, Endonezyayê êrîşên terorê dikin de tu ferq tuneye. 

- "Em nahêlin careke din tiştekî wiha çêbibe" 

Serok Erdogan got ku li rojava hin siyasetmedar û nivîskar dixwazin sûcên terorê û sedema bûyerên wiha biavêjin ser stûyê misilmanan û ev vê tiştê qebûl nakin û wiha axivî: 

"Fikrên van kesan û yê Fraser Annîngê senator eynî ne. Me wê çaxê dijî terorîstên ku dixwestin dînê me ji bo armancên xwe binpê bikin û hildin bin kontrola xwe me îtiraz kir. Me ji bo niyetan van rêxistinan ku em nehêlin tişteke wiha bikin me soz da. Lê mixabin li hin dewletên Ewropayê û yên rojavayê yên din Îslamofobî dewam kir û ji bo neyartiya misilmanan ji wan tu kesî dengê xwe dernexistin. Em nahêlin careke din tiştekî wiha çêbibe."

- "Emê têkoşîna dijî hemû rêxistinên terorê bîdomînin"

Erdogan got ji ber ku terorîst dixwazin gelê Tirk wê ji axa bi sed salan e ji xwe ra welat hesibandine dernekevin û wiha dewam kir: "Kujerên rêderketî wê me qanî nekin ku em cimaeteke dînî, miletekî an jî komekê hedef bigrin. Tirkiyeya warîsê Împaratoriya Osmaniyan a bi sed salan perçeyekî malbata mîletên Ewropayê ye piştî êrîşên 11ê Îlonê beşdarî tifaqa dijî terorê bû. Welatê me yê 60 salan zêdetir e beşdarî NATOyê bû endamtiya Yekîtiya Ewropayê wek hedefeke stratejîk dihesibîne. Bi heman awayî bi dost û hevkarên xwe ra emê têkoşîna dijî hemû rêxistinên terorê bidomînin."

- "Serokên Rojavayî divê Misilmanên li welatên wan dijîn hembêz bikin"

Serok Erdogan anî ziman piştî qetlîama Chrîstchurchê hin berpirsyarî dikevin li ser milê Rojavayê û got hikûmet û civakên Rojavayî divê li dijî nijadperestiyê, dijminatiya biyaniyan û Îslamafobiya ku di salên dawîn da zêde dibe û normal tê hesibandin hewl bidin.

Erdogan got ev îdeolojiyên rêderketî divê wekî dij-semîtîzmê, mîna sûcên li hemberî mirovahiyê bên hesibandin û wiha dewam kir: "Divê bûyer ji her aliyan va bê zelalkirin, ev terorîst çawa wiha radîkalîze bûye û têkiliyên wî yên bi rêxistinên terorê ra çi ne bên fêmkirin ku rê li ber êşên dahatûyê bên girtin. Herî dawî serokên Rojavayî divê çav bidin wêrekiya Serokwezîra Zelandaya Nû Birêz Jacînda Ardernê, ji serokatiya wê û ji dilsoziya wê dersan hildin û Misilmanên li welatên wan dijîn hembêz bikin."

AA

Dîroka nûkirinê: 20 Adar 2019, 16:30
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE