Serokomar Recep Tayyîp Erdogan telefonî malbata Ceren Ozdemira ku li Orduyê hat kuştin kir û sersaxî da Yilmaz Ozdemir û Gufer Ozdemira dê û bavê wê û gote wan ku gelekî xemgîn e.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê Erdogan bi telefonê bi Yilmaz Ozdemir û Gufer Ozdemira dê û bavê Ceren Ozdemirê kir.
Serokomar Erdogan sersaxî da malbatê û got ji ber ku Ceren Ozdemir ji ber êrîşeke xemgînker wefat kir gelekî xemgîn e. Erdogan got ku Xwedê rehma xwe li merhûmeyê bike û sersaxî da malbata wê.AA