Serokomar Recep Tayyîp Erdogan destnîşan kir ku hewla darbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO), 15ê Tamûza 2016an bi berxwedaneke navdar hat sekinandin, bi vê serkeftineke pîroz hat bi dest xistin û got, "Emê ruhê 15ê Temûzê vejînin, ji bo bo Tirkiyeyê bê navber bixebitin."
Îlana Serokomar Erdogan a ji bo yadkirina 15ê Temûz Roja Demokrasî û Yekîtiya Neteweyî ku bi Tirkî û Ingilîzî belav kiribû di hinek rojnameyan de reng veda.
Erdogan tekezî li wê yekê kir ku dilê ku bi eşqa Tirkiyeyê lê didin, 15ê Temûzê li dijî hewla darbeyê ya FETOya rêxistina terorê bi awayekî destanane dîrok dan nivîsandin û wiha pê de çû:
"Bi wê berxwedana navdar a ku me weke dewlet û millet, bê westan, bê ketin, mil bi mil, nîşan da, me rê neda dagîrkeran û em gihiştin serkeftineke din. Ez her take kesekî gelê xwe yê ku wê rojê li welatê xwe, alaya xwe, serxwebûna xwe û îradeya xwe xwedî derket silav dikim. Ez hemî şehîdan bi rehmetê bibîr tînim, hêviya tenduristî û efiyetê ji xaziyan re dixwazim. Emê ruhê 15ê Temûzê vejînin, ji bo Tirkiyeyê bê navber bixebitin."