Serokomar Recep Tayyîp Erdogan rexneya dibêjin ji ber ku Türkiye S-400an ji Rûsyayê dikire zirarê dide îtifaqa NATOyê qebûl nekir û wiha got: "Heke Amerîkiyan pergala parastina Patrîotê bifrotana Türkiyeyê em ê mecbur nemana ku S-400an bikirin."
Rojnameya New York Tîmesê (NYT) ya Amerîkayê beşa hevpeyvîna xwe ya bi Serokomar Erdogan ra ya der barê S-400an da ya ku li New Yorkê kiribû weşand.
Di rojnameyê da behsa hevdîtina Serokomar Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn ya duh hat kirin û hat gotin Erdogan rexneyên dibêjin ji ber ku Tirkiye S-400an ji Rûsyayê dikire zirarê dide îtifaqa NATOyê qebûl nake.
Li gor nûçeyê Serokomar Erdogan di daxuyaniya xwe ya NYTyê da gotinên Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg û Serokê Amerîkayê Donald Trump yê wê demê bi bîr xist ku digotin "Türkiye dikare ji bo çekan tedarikvanên xwe hilbijêre" û wiha got: "Em çekên xwe dikirin. Heke Amerîkiyan pergala parastina Patrîotê bifrotana Tirkiyeyê, em ê mecbur nemana ku S-400an bikirin."
Li ser pirsa "S-400 di navbera Türkiye û Amerîkayê da bû sedema rageşiyê ma ji bo vê hewce dikir" jî Erdogan got "Li gor min hewce dikir. Em dikarin parastina xwe xurt bikin."
Erdogan anî ziman têkiliyên Amerîka û Tirkiyeyê girîng in, bi salên dirêj in ku dewam dikin, divê ev bên parastin û xurtkirin.AA