Serok Erdogan ji ser medyaya civakî pirsên ciwanan bersivand

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji ser medyaya civakî pirsên ciwanan bersivand.

Serok Erdogan ji ser medyaya civakî pirsên ciwanan bersivand

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji ser medyaya civakî pirsên ciwanan bersivand.

Serok  Erdogan da zanîn ku heta îro 2 milyon û 600 kesî Ankapark Wonderland Eurasiaya ku di 20ê adarê da hat vekirin ziyaret kir.

Ji axaftina Serok Erdogan:

"Em ê li vê dinê bi xwe navika xwe bibirin. Ji ber wê rêya me dûr karê me dijwar e. Gelek tiştên divê em bikin hene.

(Otomobîla xwemalî) Niha piçek sistbûn heye, înşeallah em ê piştî van hilbijartinan li ser vana bisekinin. 5 firmayên girîng ên Tirkiyeyê yên di vê sektorê da îmze avêtin. We îmze avêtin de ka dest pê bikin. Rêyeke din tune, hûnê dest pê bikin. Dema hûn dest pê nekin em ê hesab bipirsin.

Bazariya me bi tu kesî ra tune lê hemû di odeyên bazariyê da hatin girtin, tên girtin. Niha bi lîsteyên meclisê hewl didin xwe vedizin.

(Pêvajoya çareseriyê) Jixwe xilas bû. Niha îtifaqa ziletê, bi gotina min îtifaqa îletê ev û ya me tiştên wekî hev nebûn.

(Guherînên di kura dowîzê da) Ev hemû di serî da Amerîka operasyonên Rojava ne ku dixwazin Tirkiyeyê bixin nav tengasiyê.

(Guherîna di dowîzê da) Ev hemû niha dema ku Tirkiye dikeve hilbijartinê lêferzkirina siyasî ye.

Şert e ku em spekulatorên di piyaseyê da terbiye bikin.

Enflasyon hindik jî be kêm bû. Faîz çiqas bê daxistin enflasyon jî dê kêm bibe. Mesele kartol, firîngî, bacan nîne.

Heke heta şeva 31ê adarê ev kar kete rê ket heke ne em ê di mijara firotinên tenzîm da pêngava xwe biavêjin. Em ê bi Yekîneya Sinetkar û Esnafan re rûnin û li ser vê xeber bidin. Marketên biçûk ên ku ew xitab dikin hene. Ji marketên zincîr bêtir em ê bi marketên biçûk ra vê pêngavê biavêjin.

Marketên zincîr divê arîkariya me bikin. Ev dewlet ya me hemûyan e, ev gel ya me hemûyan e. Em ji tedawilê qezenc bikin, bi bihayên zêde ji gel nexwin. Em ê bi Qanûna Halê ya nû ya ku em ê derxînin dê di bazaran da pêngaveke cuda biavêjin.

Bi hatina havînê ra rewşa bêkariyê teqez dê bi awayekî erênî biguhere. Ez bawer dikim ku teqez dê bikeve yekxaneyê.

(Meral Akşener) Min der heqê wê de doza tezmînata menewî ya 250 hezar lireyî vekir, ez ê tenê bi wê nehêlim. Heke ev mijar pêwîstî bi pêvajoya cezayî bike ez ê doza cezayê jî vekim.

Ankaragucu tekane tîma Enqereyê ye ku di Lîga Superê da ye. Piştî bi ser xwe va hat ji sînorê ketinê xilas bû. Hêviya min ew e ku tîmeke Enqereyê ya ku di Lîga Super da wê temsîl dike hebe."

Dîroka nûkirinê: 29 Adar 2019, 17:00
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE