Serok Erdogan ji ser têlefonê bi Serokê Dewleta Ukraynayê Zelenskiy ra axivî

Serok Erdogan ji ser têlefonê bi Serokê Dewleta Ukraynayê Zelenskiy ra axivî

Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê ragihand ku di hevdîtinê da rûdanên dawîn ên di navbera Rûsya û Ukraynayê da hatin qisekirin.

Serok Erdogan di hevdîtinê da got ku ji bo di navbera Rûsya û Ukraynayê da aştî pêk bê ji hêla dîplomasiyê va ew gelek hewl didin û dixwazin ku agirbest pêk bê lewra domandina şer bi kêrî kesî nayê.

Erdogan di hevdîtinê dadestnîşan kir ku ji bo Serokê Dewleta Ukraynayê Zelenskiy û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bînin cem hev jî hewlên xwe didomînin.

Serok Erdogan ragihand ku ji bo alîkariyên mirovahî bigihîjin penaberên Ukraynayî ew dixebitin û dixwazin ku bila korîdora mirovahî jî awayek baş bê bi rêk û pêkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE