Serokomarê Türkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di salvegera 10emîn ya mirina wî da ji bona Necmettîn Erbakanê ji serokwezîrên berê peyameke bîranînê weşand.
Erdogan di parvekirina xwe ya li ser Instagramê da wiha got, "Ez xoceyê me Prof. Dr. Necmettîn Erbakanê siyasetmedar û ilimdar yê mezin ku emrê xwe bi têkoşînê derbas kir û da ser hînbûn, hînkirin, xizmet û firehkirina asoya welêt di salvegera 10emîn ya mirina wî da bi dilovanî û rêzdarî bi bîr tînim."
Di parvekirina Erdogan da wêneyekî Erbakan jî cî girt.