Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji xwendekarên ku wê têkevin ezmûna navendî ya Pergala Derbasbûna Lîseyan (LGS) ra serkeftin xwest.
Serokomar Erdogan li ser hesabên xwe yên medyaya civakî daxuyanî da û wiha got, "Xwişk û birayên min ên ciwan, qasek şûnda LGS wê were kirin û ez ji we ra serkeftinê dixwazim. Înşeallh hûn ê bi ser kevin û bi serkeftinên xwe va hûn ê paşeroja welatê me înşa bikin. Xwedê zêhnê bide we."
Erdogan bangî dê û bavan jî kir û wiha got:
"Dê û bavên me yên bi qîmet, encama ezmûna ku ewladên we wê têkevinê çi dibe bira bibe, em piştigiya wan bidomînin. Ezmûn ji bo me hemûyan bibe wesîleya xêrê."