Serok Erdogan li Çînê ye

Şî Cînpîngê Serokê Komara Gel a Çînê bi merasima fermî pêşwaziya Serok Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan kir

Serok Erdogan li Çînê ye

Şî Cînpîngê Serokê Komara Gel a Çînê bi merasima fermî pêşwaziya Serok Recep Tayyîp Erdogan kir.

Merasim li Salona Gel a Mezin ya li Meydana Tîenanmenê ya li Pekîna paytext hat lidarxistin, Şiyê hemtayê Serok Erdogan lê pêşwazî kir.

Herdu serokan heyet teqdîmî hevdu kirin û paşê ciyên xwe yên li qada merasimê hildan, top hatin avêtin, sirudên neteweyî yên herdu welatan hatin xwendin. Serok Erdogan û Şî selam dan koma merasimê paşê hatin ba zarokên alaya Tirkiyeyê û kulîlk dabûn destê xwe û bi wan ra wêne kişandin.

Erdogan û Şî derbasî cihê hevdîtina rûbirû û heyetan bûn.

Di merasima pêşwaziyê da Wezîrê Karên Derva Meclut Çavuşoglu, Wezîrê Çavkaniyên Siruştî û Vejenê Fatîh Donmez, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank, Wezîra Bazirganiyê Ruhsar Pekcan, Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Mehmet Cahît Turhan, Serokê MÎTê Hakan Fîdan, Serokê Pîşesaziya Parastinê Îsmaîl Demîr, Serokê Ragihandinê ya Serokomariyê Fahrettîn Altun, Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin jî cî girtin.

AA

Dîroka nûkirinê: 02 Tîrmeh 2019, 16:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE