Serok Erdogan: Li Îdlibê Îşev dê ji seat 00.01ê şûn da agirbest têkeve rewacê

Serok Erdogan: Li Îdlibê Îşev dê ji seat 00.01ê şûn da agirbest têkeve rewacê

Serok Erdogan: (Li Îdlibê) Îşev dê ji seat 00.01ê şûn da agirbest têkeve rewacê."

"Bi asta yekem berpirsê têkçûna mitabeqeta Îdlibê rejima êrîşkar e ku têkdana îstiqrara herêmê ji xwe re kiriye armanc."

"Emê di demeke kurt de agirbestê pêk bînin û piştre jî gavên ku me li ser wan biryar daye bavêjin."

"Eşkere ye ku armanca sereke ya rejimê, Îdlibê ji hinek aliyan vala bike û bi fişara koçê Tirkiyeyê têxe zehmetiyê de."

"Tirkiye dê di vê pêvajoyê de bi hemî hêza xwe mafê xwe yê bersivdana li hember êrîşên rejimê parastî bihêle."

"Piştî bûyerên ku bi êrîşkariya rejimê ya li dijî eskerên me qewimîn, dê miheqeq li Îdlibê statuyeke nû bê pêkanîn."

 "Ruhê hevkariyê yê dinavbera me û Rûsyayê de ji bo hewlên navneteweyî di warê dawîlênanîna îxtîlafa li Sûriyeyê de bû piştevaniyeke bê wêne."

"Em dixwazin ku têkiliyên hevxebatiya xwe ku di navê de pêvajoya siyasî û rojhilatê Feratê jî heye, bidomînin."

 "Heta ku ji qeyrana Sûriyeyê re, ji yekparçeyî û yekîtiya siyasî ya wî welatî re çareyek bê dîtin, Tirkiye di domandina înisiytîfên herêmê de, tevî Mitabqeta Soçiyê, biryardar e. Careke din dixwazim bînim ziman ku maseya mizakereyê ya ku li Genevayê hat danîn, ji bo aşitî û îstiqrara mayinde mifteya takane ye."

AA

Dîroka nûkirinê: 05 Adar 2020, 21:32
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE