Serok Erdogan li KKTCyê ye

Serok Erdogan hat Komara Tirk a Qibrisa Bakur (KKTC).

Serok Erdogan li KKTCyê ye

Serokkomarê Türkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan hat Komara Tirk a Qibrisa Bakur (KKTC).

Serok Erdogan li ser deweta Serokkomarê KKTCyê Ersîn Tatar li giravê ziyareta fermî dike.

Erdogan bi balafira taybet va di saet 12.30î da hat Balafirgeha Ercanê û ji aliyê Serokkomarê KKTCyê Ersîn Tatar va bi merasima fermî hat pêşwazîkirin.

Di merasima pêşwazîkirinê da Serokê Meclisa Komarê Teberruken Uluçay, wezîr, parlamenter, Balyozê Lefkoşayê yê Tirkiyeyê Alî Murat Başçerî, Fermandarê Hêza Aştiya Tirk a Qibrisê Tumgeneral Sezaî Ozturk, Fermandarê Hêzên Ewlehiyê Tumgeneral Zorlu Topaloglu, xazî û rayedarên din jî hazir bûn.

Gelek welatiyan bi alayên destê xwe va Serok Erdogan li Balafirgehê û derdora wê pêşwazî kir.

Erdogan wê di çarçoveya ziyareta xwe da beşdarî merasima salvegera 37em a avabûna KKTCyê bibe.

Serokkomar Erdogan wê bi Serokkomar Tatar ra hevdîtinê bike û ji bo xurtkirina têkiliya navbera her du welatan, wê li ser gavên ku wê werin avêtin, bisekinin û derbarê doza Qibrisê û rûdanên dawîn ên li Rojhilatê Behra Spî da wê fikra xwe ji hev ra bêjin.

Tê pêşbînîkirin ku Serokkomar Erdogan wê di çarçoveya ziyareta xwe da beşdarî merasima vekirina Nexweşxaneya Rewşa Acil a Lefkoşayê jî bibe.

Di ziyareta Serokomar Erdogan da Emîne Erdogana jina wî, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweparêz (MHP) Devlet Bahçelî û heyetên bi wan ra wê hevaltiyê bikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE