Serok Erdogan li Orduyê bangî gel kir

Serok Erdogan: "Li bal me mihebet ne heya taviya şalsermila, heya gorê ye. Bi kesê ku ew û rêxistina terorê bûne yek û ji me ra tiliya xwe li ba dike ra tu mihebet û dostaniya me namîne."

Serok Erdogan li Orduyê bangî gel kir

Serok Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê AK Partiyê li Orduyê beşdarî mitînga ku ji hêla partiya wî va hat lidarxistin bû û bangî gel kir.

Erdogan di axaftina xwe ya di mitîngê da wiha got: "Tê gotin yekî ku ketiye hemêza rêxistina terorê û lewma jî bûye dijberê doza me şerm û fêdî nake û dibêje ku dostê min e û dixwaze ray bistîne. Heger hûn bi hev ra derkevin rê, lêbelê di rê da tu hevalê xwe bifiroşî wê demê gelê Orduyê baş dizane dê jê ra çi bêje."

Serok Erdogan got heger mirov bibe mirovê dozê, ne heya taviyê, heya mirinê divê mirov xwe bide ber û wiha dewam kir: "Li bal me mihebet ne heya taviya şalsermila, heya gorê ye. Bi kesê ku ew û rêxistina terorê bûne yek û ji me ra tiliya xwe li ba dike ra tu mihebet û dostaniya me namîne.

- "Dersekê bidin vî gindorvanî"

Erdogan namzedê Partiya Seadetê yê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin Orduyê Îdrîs Naîm Şahîn rexne kir û wiha got, "Tê gotin, li Orduyê çi kar hatine kirin, ev mirov xwedî lê derdikeve. Ma tu kê yî? Yên ku hêz, derfet û xizmetên AK Partiyê li ser xwe qeyd dikin, Ordu di serî da, bêrêziyê li hemberî we dikin. Li vî bajarî çi hatibe kirin jî li ser wan bi tenê îmzeya AK Partiyê û ya qadroyên ku pê ra dimeşe heye. Di 31ê adarê da derseke wisa bidin vî gindorvanê ku ji her deriyî tê qewitandin ku bira rûyê wî yê ku derkeve pêşiya we, nemîne."

- "Emê yekitî û hevrabûna xwe xirab nekin"

Serok Erdogan ji bo şirîkatî û hevkariya AK Partî û MHPyê wiha got: "Emê yekitî û hevrabûna xwe xirab nekin. Wek AK Partî û MHP emê di nav Îttifaqa Cumhur da bin, emê mezin bin, emê zindî bin, emê bibin bira û emê bi hev ra bibin Tirkiye."

- "Kemal Beg tu alîgirê Qendîlê yî"

Erdogan Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu jî bi piştgiriya Qendîlê rexne kir û wiha got: "Kemal Beg tu alîgirê Qendîlê yî. Tu bi wî kesê ku Qendîl piştgiriyê dide ra bi hev ra yî."

Der barê rewşa li herêmê û rola Tirkiyeyê ya li herêmê da jî Erdogan en anîn ziman: "Em bi xîreta xwe va her cure gavan diavêjin. Li vê herêmê bêyî ku ji Tirkiyeyê bê pirsîn biryar nikarin bên dayîn."

AA

Dîroka nûkirinê: 05 Adar 2019, 12:12
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE