Serok Erdogan li Qesra Marinskiyê bi merasima fermî hat pêşwazîkirin

Serokê Dewleta Ukraynayê Zelenskiy Serokomar Erdogan li ber derî pêşwazî kir. Her du pêşengan destê hev girtin û qasekê li ser piyan axivîn. Piştî ku sirûda neteweyî ya Tirkiye û Ukraynayê hat xwendin, Erdogan silav da qiteya merasimê.

Serok Erdogan li Qesra Marinskiyê bi merasima fermî hat pêşwazîkirin

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Qesra Marinskiyê ji aliyê Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimir Zelenskiy va bi merasima fermî hat pêşwazîkirin.

Serokomar Erdogan li ser vexwendina Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimir Zelenskiy ji bo ku beşdarî civîna dehemîn a Konseya Stratejîk a Payebilind a navbera Tirkiye û Ukraynayê bibe, hat Kievê. Erdogan pêşiyê Bîrdariya Eskerên Mechûl ku seba kesên di Şerê Cîhanê yê 2yem da mirine hatiye çêkirin, ziyaret kir, çelenk danî ber û paşê derbasî Qesra Marinskiyê bû.

Serokê Dewleta Ukraynayê Zelenskiy Serokomar Erdogan li ber derî pêşwazî kir. Her du pêşengan destê hev girtin û qasekê li ser piyan axivîn. Piştî ku sirûda neteweyî ya Tirkiye û Ukraynayê hat xwendin, Erdogan silav da qiteya merasimê.

Emîne Erdogan jî di merasimê da bi Serokomar Erdogan ra bû û paşê her du pêşengan heyetên xwe bi hev dan nasîn.

Erdogan silav da mensûbên çapemeniyê yên ku merasim şopandin jî.

Olena Zelenskiya jina Serokê Dewleta Ukraynayê Zelenskiy jî beşdarî merasimê bû û piştî merasimê her du pêşeng derbasî hevdîtina yek û yek bûn.

Ji aliyê din va li Balafirgeha Boryspilê palyanitsaya kadeya herêmî îkramî Serokomar Erdogan û Emîne Erdogana jina wî kirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE