Serok Erdogan li Qeterê ye

Serok Recep Tayyîp Erdogan bi "TUR"a teyareya taybet va di saet 15.35an da hat Dohaya paytextê Qeterê.

Serok Erdogan li Qeterê ye

Serok Recep Tayyîp Erdogan bi "TUR"a teyareya taybet va di saet 15.35an da hat Dohaya paytextê Qeterê.

Xalid Bîn Mihemed el Atiyyehê Wezîrê Parastina Qeterê li Balafirgeha Navneteweyî ya Berê ya Qeterê û rayedarên Tirkiyeyê û Qeterê pêşwaziya Serokomar Erdogan kirin.

Berat Albayrakê Wezrîê Xezîne û Darayiyê, Hulusî Akarê Wezîrê Parastina Neteweyî, Fahrettîn Altunê Serokê Ragihandinê, Îbrahîm Kalinê Berdevkê Serokomariyê û Hakan Fîdanê Serokê MÎTê bi Erdigan ra hatin Qeterê.

Li bendê ne ku Serok Erdogan di hevdîtinê da bi Şêx Temîm bîn Hemîd Al Saniyê Mîrê Qeterê ra li ser têkiliyên di navbera herdu welatên dost û bira da biaxive.

Piştî vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) Serok Erdogan ji bo ziyareta dervayê welêt ya ewil hat Qeterê. Tê texmînkirin ku Erdogan bi Şêx Temîm bîn Hemîd Al Saniyê Mîrê Qeterê ra li ser mijarên navneteweyî û herêmî fikr ûramanan parve bike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE