Serok Erdogan li Qirxizistanê ye

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo têkiliyên fermî li Qirxizistanê ye.

Serok Erdogan li Qirxizistanê ye

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo têkiliyên fermî bi balafira taybet "TUR"ê va li gor saeta Tirkiyeyê di 14.50yî da hat Bîşkeka paytextê Qirxizistanê.

Serokkomarê Qirxizistanê Sooronbay Ceenbekov li Balafirgeha Navneteweyî ya Bîşkek Manasê hat pêşiya Serok Erdogan û bi merasima fermî ew pêşwazî kir.

Serok Erdogan bi xanima xwe Emîne Erdogan ra û Serokomarê Qirxizistanê Ceenbekov û tevlî xanima xwe Aygul Ceenbekov derbasî Eywana Şerefê bûn û paşê jî sirûda neteweyî ya herdu welatan hat xwendin.

Erdogan û Ceenbekov slav dan yekîneya merasimê û paşê jî heyetên xwe bi hev dan nasîn.

Bi Serokkomar Erdogan ra Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçuk, Wezîrê Ciwan û Sporê Mehmet Muharrem Kasapoglu, Wezîra Bazirganiyê Ruhsar Pekcan, Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Cahît Turhan, Serokê MÎTê Hakan Fîdan, Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin û Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Cevdet Yilmaz jî hatin Bîşkekê.

 

 

AA

Dîroka nûkirinê: 01 îlon 2018, 18:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE